Li Reqayê li ser rewşa Sûriyê semînerek hat lidarxistin

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê ji bo şîrovekirina guhertinên siyasî, semînereke li darxist.
Semîner bi navnîşan ‘Guheritnên civakî, olî, çandî yên aloziya Sûriyeyê’ hate birêvebirn.

Kesên ku di semînerê de axivîn diyar kirin ku guhertinên çandî bi awayekî neyînî bandor li civakê kiriye.

Piraniya pirtûkxayên ku berê hebûn niha rawestiyane û nema têne kar anîn.

Beşdarên ku tevlî semînerê bûn nêrînên xwe parve kirin û gotin:

“Divê em bi hêzên ewlehiyê re hevgirtî bin, da ku pêşî li tevlîheviyan were girtin.

Her wiha saziya çavdêriyê çalak bibe û hesab ji wan kesan bê pirsîn.”

Beşdaran di semînerê de balkişandin ser rola malbarê û diyar kirin ku divê malbat bi awayekî baş çavdêriya zarokên xwe bikin.

Back to top button