Balafirên Îsraîlê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Balafirên Îsraîlê êrişî du baregehên hêzên Hikûmeta Şamê yê li parêzgeha Tertûsê kir.
Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand:

Balafirên Îsraîlê êrişî 2 baregehên hêzên Hikûmeta Şamê yên li parêzgeha Tertûsê kir.

SOHR: 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

8 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de 5 efserên Hêza Parastina Esmanî jî hene.

Li gorî SOHRê di êrişa balafirên Îsraîlê de cebilxaneyeke Hizbullaha Libnanê jî hatiye armanckirin.

Ji destpêka sala 2023yan ve Îsraîlê 27 caran êrişî axa Sûriyeyê kiriye.

Di encamê de 65 baregeh û bingehên serbazî îmha kirin.

Îsraîlê her wiha 64 leşker kuştin û 77 kes jî birîndar kirin.

Îsraîlê êrişî Sûriyê kir: 2 Leşker mirin 6 birîndar bûn

Back to top button