Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî meşiyan

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, bi armanca şermezarkirina siyaseta guhartina demografiyê a ku dagirkeriya tirk li Efrînê pêk tîne, meşek li dar xist.

Meş bi dirûşmeya”Efrîn rûmeta me ye, em canfedayî Efrînê ne” ji qada Bazar a navçeya Til Rifetê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan a Til Rifetê veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Sûad Hiso axivî, guhertina demografî û avakirina avahiyên mêtîngeriyê şermezar kirin û got:

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşniya berxwedana şêniyên Efrînê nebûn kelem.

Li kêleka topbarana rojane ya li dijî şêniyên Efrînê, dewleta dagirker dest bi siyaseta guhartina demografî kir, li gelek gundên êzidiyan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Dawiyê bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.

Back to top button