
Li bajarê Tirkiyê Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikişîne ser mirinên ku di demên dawî de li girtîgehan Tirkiyê çêdibin meşek pêk anîn.
Meş li navçeya Taksîm a Stenbolê pêk hat.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker qada çalakiyê dorpêç kirin, nehiştin girse biçe qada çalakiyê.
Girseyê bertek nîşanî vê yekê da û ji Kolana Îstîklalê heta navçeya Şîşxaneyê meşiyan.
Di dema meşê de çalakvan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin.
Lê polîsan careke din mudaxaleyê girseyê kir, di encam de 8 çalager binçavkir.
Her wiha polîsan pêşiya kedkarên çapemeniyê jî girtin û nehiştin dîmenan bigrin. Lê belê tevî ev qas astengiya jî girse heya navenda HDP’a Stenbolê meşiyan.