Neteweyên Yekbûyî: Girtiyên Behdînanê li ser sûcekî nezelal û hincetên neguncav hatine cezakirin

Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî-UNAMI û Konseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî -NY ragihandin ku girtiyên Behdînan li ser sûcekî nezalal û hîncetek neguncav hatine cezakirin.

Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî û Konseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser girtiyên Behdînanê raporek parve kir.

Di raporê de tê gotin, belgeyên ku li dadgeha hatine pêşkêşkirin, li gel pîvanên mafên mirovan neguncav in.

Komîsyona UNAMI û ya NY diyar kirin ku girtiyên Behdînan li ser sûcekî nezalal û hîncetek neguncav hatine cezakirin. Herwiha tê gotin ku bi sûcet metirsîdar hatine sûcdarkirin.

Hêjayî birxistinê ye zêdetirî saleke nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin. Li hinek ji wan hikum hatine birîn, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin nejî tên berdan.

Back to top button