Kurdên li Siwîsre û Belçîkayê ji bo girtiyên siyasî daketin qadan

Ji ber girtiyên di girtîgehên Tikriyê de di rewşeke xerab de ne, gel li ser jiyana wan bihêrs e. Li Ewropayên li dijî zextên li ser girtiyan, çalakî pêk hatin. Taybet li çara bajarên Swîsreyê û li Belçîkayê kurd daketin qadan û banga berdana grtiyan kirin. 

Demek e ji ber zêdebûna zextên li girtîgehên Tikriyê, girtî jiyana xwe ji dest didin.

Li dijî vê rewşa xerab a li girtîgehan, gelê kurd bihêrs bûye.

Li Swîsre û Belçîka li dijî van zextan çalakî pêk hatin.

Kurdên li bajarê Biel, Zurih, Aarau û Luzernê yên Siwîsreyê dijîn, ji bo van zextên li ser girtiyên siyasî şermezar bikin daketin qadan.

Li bajarê Bielê bi sedan kurd kom bûn û wêneyê girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane rakirin.

Hevseroka Navenda Çanda Kurd a Bernê Hediye Mûnûz di çalakiyê de axivî û tekez di serî de girtiyên nexweş divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Li Zurîhê jî çalakî pêk hat û li wir jî berxwedan girtiyan hat silavkirin.

Di vê çalakiyê de jî siyasetmedar Alî Şimşek axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne.

Li bajarê Luzernê jî Kurd derketin qadan û li vir jî Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ercan Guneş axivî.

Guneş anî ziman ji bo li girtîgehan rewşên din ên mirinê çênebin, ew ê li her derê bibin dengê girtiyan.

Ne tenê li bajarên Swîsreyê, li Belçîkayê jî çalakî hebûn.

Tevgera Jinên Kurd a Belçîka, bi heman armancê li ber balyozxaneya Tirkiyeyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de wêneyên Aysel Tûglûk hatin hildan û bang li Tirkiyê kirin ku girtiyên nexweş berdin.

Back to top button