Komîteya Peywendiyên Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê bi boneya wefata dayika Mamostayê Zanîngehê û Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî peyama sersaxiyê weşand.
Komîteya KCK’ê di peyama xwe de wiha got:
“Dayika Ribha weke hemû dayikên têkoşerên azadiyê, li beramberî hemû zehmetî û astengiyên jiyanê, çok nedanî û bi serfirazî jiyan kir.
Timî girêdayî nirxê neteweyî û nîştiman bû.
Di vê rê de, xwedî helwest û biryar bû.
Ji xudayê mezin daxwazê dikin ku ruhê dayika me ya hêja Ribha Emer bi biheştê şad bike.
KCK’ê ji malbata Berwarî re jî, sebir xwest.



