Helîkopter û balafirên şer ên dewleta Tirk gundên herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê dewleta Tirk şevê din bi helikopter û balafirên şer gundên Xelîfan, Mîran, Muxan û Xakûrkê bombebaran kiribûn.
Îro jî gundê Bêrkim ê herêma Biradostê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi jîngeha deverê ket.