Wezareta Karên Derve ya Lîbya: Îdiayên derbarê îstifaya Wezîr Menquş nerastin

Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Netewî ya Lîbya diyar kir ku îdiayên derbarê îstifaya Wîzîr Necla Menquş ku derketine ne rastin.

Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek ya nivîskî weşand.

Wezaretê daxuyakirin ku di van demên dawî de li ser malperên tora civakî “nûçeyên bêbingeh” yên ku tê gotin, Wezîra Karên Derve Necla Menquş dest ji kar berdaye tên weşandin.

Wezaretê diyar kir ku nûçeyên bivî rengî bê bingehin û armanca wan jî têkdana xebatên wezaretê ye.

Di çapemeniya Lîbya û medya civakî de hatibû îdiakirin ku Wezîr Menquş, ev du heftene dest ji kar kişandiye, li derveyî welat di bêhndanê de ye û heta niha jî sedemê dest ji karkişandina wê nayê zanîn hatibû parvekirin.

Li aliyê din, di daxuyaniya Konseya Serokatiya welat a12’ê Tîrmehê de hatibû ragihandin ku biryara Menguş a tayînkirina hin şêwirmendên balyozxaneyên li derveyî welêt bi hinceta “parastina yekîtiya neteweyî û pîvanên pîşeyî” hat betalkirin.

Back to top button