Ji navçeya Raco ya Efrînê 2 sivîl hatin revandin

Hovîtiya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ya li Efrînê her diçe zêde dibin.
Dagirkeran ji navçeya Raco du sivîlên din revandin û 20 darên zeytûnê jî jêkirin.
Dagirkeran 25 malên gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera jî hilweşandin.

Ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û hovîtiyên xwe li dijî Efrîniyan didomînin.

Rêxistina Mafên Mironvan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Bekir ê 42 salî yê ji gundê Meydana yê navçeya Raco revand.

Ji gundê Dîkê yê navçeya Raco jî, beriya du rojan, çeteyan şêniyê bi navê Raxib Ehmed Elo yê 32 salî revand.

Li gorî Rêxistinê, ji ber ew sivîl vegerî mala xwe ya li gund, li navenda Efrînê hat revandin, heya niha jî çarnûsa wî nediyar e.

Li gundê Edama yê navçeya Raco 20 darên zeytûnê hatin birîn

Li navçeya Raco, çeteyên dewleta Tirk 20 darên zeytûnê yên şêniyên bi navê Mistefa yê ji gundê Edama birîn.

Li heman gundî, çeteyekî erdê şêniyê bi navê Bavê Kawa yê ku hatiye koçberkirin destser kir û di nav de maleke ava kir.

Dagirkeran 25 malên gundê Qurtqulaqê yê Şera hilweşandin

Li aliyekî din, dagirkeran ji bo pêkanîna plana guhartina demugrafîk, malên Efrîniyan hildiweşînin.

Ajansa nûçeyan a ANHA’yê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê 25 mal û kargeheke zeytûnan yên şêniyên gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera bi treksan, rûxandin.

Tevî wê, dagirkeran gef li şêniyên gund xwarin da ku li hember rûxandina mal û milkên wan bêdeng bin û eşkere nekin.

Di dîmenê ku ANHA’yê weşandiye de xuya ye ku çeteyan malên gundê Qurtqulaqê rûxandine.

Hat diyar kirin navên hin kesên ku malên wan hatine rûxandin wan wiha ne,

Ekrem Tahir, Rifet Şebab, Şêx Menan Hec Mûrad, Berekat Elî Berekat û Henan Ebû Riyad.

Hat diyar kirin kargeha zeytûnan a Hec Mûrad e.

Bi dagirkirina Efrînê artêşa Tirk ji bo avakirina bargehên leşkerî gelek gund rûxandin û ji şêniyan vala kirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihandibû ku artêşa Tirk gundên Çê û Dêwrîş yên navçeya Raco û Quta قوتا yê navçeya Bilbilê vala kirin û veguharand bargehên leşkerî.

Back to top button