Bi beşdarbûna 40 şewêkarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4’emîn Sempozyuma Hunera Şêwekariyê li Hola Firatê ya Kobanê dest pê kir.
Sempozyum ji aliyê Desteya Çand û Huner ya Herêma Firatê bi hevkariya Desteya Çand û Huner ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hate organîzekirin.
Di sempozyumê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û wiha got:
“Erka her kesî ye li herêmê xwe bi zanabûnê xurt bike ku rewşên herêm tê re derbas dibe û şerê li dijî herêmê, derbas bike.
Bi vê yekê dê şoreşa me bi ser bikeve û em ê bigihêjin armanca xwe û bi hev re welatê xwe ava bikin.”
Cîgira Heverokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen jî bang li Hunermenda dan kir ku êş û hestên xwe bi rêya hunera xwe eşkere bikin
Sempozyum dê heta 26′ê Gulanê dewam bike.