Piştî ku xebatên ceribandina sîstema parastina esmanî S-500 a Rûsya bidawî bû, êdî radestî artêşê hate kirin.
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Yuriy Borisov ragihand ku beşa despêkê ya, sîstema parastinê S-500 radestî artêşê hate kirin.
Yuriy Borisov li bajarê Tyumen têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:
Şirketa parastinê ya civakî Almaz-Antey ya sîstema S-500 damezirandî beşa yekemîn radestî artêşê hatiye kirin.
Borisov diyar kir ku ceribandinên pêwîst ên pergalê qediyane û wiha got:
“Yekemîn beşa radestkirina S-500 a ji bo artêşa Rûsyayê dest pê kir.”
Ceribandinên S-500an, ku dê şûna sîstema berevaniya hewayî ya S-400 bigire, ji sala 2017-an ve dewam dike.