Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkîldarî tecrîda girankirî û êrişên dewleta Tirk axivî û got: ‘Divê em ber bi Îmraliyê ve bimeşin û her cihî bikin qada berxwedanê.’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê Bernameya Taybet a Medya Haberê û mijarên di rojevê de nirxand.
Dûran kalkan di serî de berxwedana dîrokî ya Rêber Apo silav kir û bal kişand ser çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê.
Kalkan îşaret bi çalakiya parlamanterên HDP’ê li pêş Wezareta Edaletê ya Tirkiyê ji bo rêdana hevdîtina bi Rêber Apor re kir û got: “Çalakiya li pêşiya Wezareta Edaletê navnîşa raste. Divê mirov biçe ber van navnîşanan.
Ji ber ku ev sazî agahiyan belav dikin û him jî destûrê nadin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê.
Dek û dolab hene û lewma divê çalakî zêdetir bibin û zext li saziyên çûnûhatina Îmraliyê rêxistin dikin zêde bibe.”
Duran Kalkan diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û divê em ber bi Îralyê ve bimeşin û wiha axaftina xwe domand:
Dûran Kalkan: Bêdengiya CPT fikarên me zêdetir dik
“CPT dikaribû daxuyaniyekê bike. Em îro ketine nav fikarên mezin.
Heke rewşeke xetere tunebe, divê ev rewş nedome.
Nexwe rewşeke xetere heye. Ev hêrs, xem û fikara me zêdetir dike.
Li hemberî CPT’î civakek heye û ev civak di bin qirkirinê de ye.’
Dûran Kalkan: Xwedîderketina li Rêber Apo divê xurtir bibe
“Divê em têkoşîna ji bo xwedîlêderketina li Rêber Apo û têkoşîna ji bo famkirina wî geştir û xurtir bikin. ”
Têkîldarî berxwedaniya li qadên parastinê û şerê li dijî dagirkeriya Tirk jî Duran Kalkan ev yek anî ziman:
Dûran Kalkan: Artêşa Tirk li qadên gerîla têk çû û niha ase may
“Şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê li her derê belav bûye.
Yên ku dixwestin di hefteyekê de encaman bi dest bixin, sal û meh di ser wan re derbas bûn.
Plana wan têk çû, asê mane û ketine rewşeke xerab. Nizanin wê çawa bikin, Dixwazin vekişin lê nikarin vekişin. Neçar mane ji gelek deran jî birevin.”
Dûran Kalkan: Divê herkes li gorî rewşa şer û awerte amade b
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan eşkere kir ku ji ber dewleta Tirk li hember gerîla têk çûye, lewma ewqas êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike û ev bang kir: “Em di serdemek pir krîtîk de ne, divê her kes ji wan re amade bin.
Divê em her cihî bikin qada berxwedanê.”



