Çalakiya HDP’ê li hember tecrîdê li pêş wezareta Tirkiyê didome

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza Rêberê Apo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Û careke din bang li Wezareta dadê kirin ku gavan bavêje û tecrîdê rakin.

Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP’ê ku bi daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re li ber Wezareta Dadê ya li Enqere dane destpêkirin, di roja 5. de dewam kir.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkîldarî hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re li ber Meclisê, bang li Wezareta Dadê kir.

Berdevka HDP’ê Ebrû Guney: Vîna gel tê astengkirin

Gunay, balkşand ser tecrîda giran bûyî û wiha got: ‘Tecrîda ku em îtiraz dikin tam ev e. Dixwazin bînin bîra Wezareta Dadê, ku berpirsyarê rastî yê bicihanîna edaletê ye.

Em bi wêneyekî rastiya Tirkiyê re rû bi rû ne ku edalet lê nîne û vîna gel lê tê astengkirin.’

Gunay, bi bîr xist ku beriya niha bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re li Îmraliyê gelek caran serlêdan kirine û got:

‘Ev 6 roj in em li vir in. Em bi israr in, parêzer bi israr in, lê Wezareta Dadê jî di bêhiqûqiyê de bi israr e.

Daxwazên me nehatine bersivandin. Em ji vir careke din ji Wezîrê Dadê re dibêjin, erka xwe bi cîh bînin.’

Gunay, anî ziman ku bi astengkirina hevdîtina parêzer û muwekîl re makeqanûn hatiye binpêkirin û bang li Wezareta Dadê kir ku di vî sûcî de, israr nekin.

Ebrû Guney: Divê wezareta dadê gavan biavêje’

Di dawiyê de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ev tişt got: ‘Daxwaza me pêkanîna hiqûqê ye. Divê wezareta dadê gavan biavêje.

Ev astengiya li îmraliyê astengiya li dijî gel e, li dijî pêkanîna hiqûqê û makeqanûnê ye.

Em ji vir careke din banga dikin ku di bêhiqûqî û bêedaletiyê de, israr nekin.’

Back to top button