Çalakgerên grevê: Divê her kes hestiyar bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an û girtî dibêjin heta tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Hate zanîn ku piştî çalakiya grevê, dewleta Tirk zext û zordariya li girtîgehan zêde kiriye û HDP’ê jî banga xwedîderketina li çalakiya grevê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 26. de li dar e.

Li Girtîgeha Tarsûsê Gokhan Çetîn û Erkan Taşkan greva birçîbûnê dewr girtin.

Îdrîs Değîrmencî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê dimîne, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê girtî çalakiya xwe berdewam bikin û divê her kes hestiyar bibe.

Elîf Haran: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne

Derbarê zexta li girtiyan, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê Elîf Haran anî ziman ku piştî çalakiya girtiyan, dewleta Tirk zext û zordariya li girtîgehan zêde kiriye.

“Daxwazên girtiyan daxwaine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin”

Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Înîsyatîfa Gorulmuşturê diyar kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazine rewa ne û xwestin dengê wan bê bihîstin.

Herdu aliyan ji bo rewşa girtiyên di grevê de, daxwaz kir ku tenduristiya kesên di greva birçîbûnê de, bi rêk û pêk bê şopandin û bijîşk biçin cem wan, xwê, şekir û vîtamîn û tiştên avî rojane bên dayîn.

Ji bo xwedîderketina li girtiyan jî, Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Sînan Kaya, xwest her kes xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkeve û got:

“Siyasetmedar û hemû kesên bi bîr û baweriya yekîtiya neteweyî tev digerin, divê bibêjin em ê vê peywirê hilgirin.”

Back to top button