Jinên Dêra Zorê helwesta xwe li hemberî êrişan nîşan dan û tekez kirin ku ew ê bi projeya xwe ya demokratîk van êrişan vala derbixin û li ber xwe bidin.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî didomin.
Dewleta Tirk bi belafirên xwe yên bê mirov binsazî, cihên giştî û nexweşxaneyên herêmê hedef digire.
Û ne tenê êrişî qadên leşkerî dike di heman demê de jin, zarok û kesên bi temen mezin jî dike hedefa êrişên xwe.
Emîne El-Salih: Hevseroka komîteya perwerdeyê ya Dêra Zorê
Em dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.
Em gel yek dest in û li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên netewa demokratîk xwe birêxitin dikin.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku li gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî derkevin.
Her wiha em dixwazin aramî û aştî li ser axa me û herêma me pêk were.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên herêmê red dikin.
Û bêdengiya dewletên navnetewî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê jî şermezar dikin.
Xatûn El-Xelef: Hevseroka komîteya aborî li Dêra Zorê
Projeya netewa demokratîk û serkeftina me ya herî girîng e.
Jin pêşengiya civakê dike û rola xwe di hemû qada zanistî, siyasî, civakî û leşkerî de bi rengek î azad dilîze.
Lê dewleta Tirk a dagirker li dijî projeya netewa demokratîk e.
Û bi rêya dagirkirina herêmên Sûriyê û êrişên li ser herêmê dixwaze projeya netewa demokratîk ya rêber APO tune bike.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker bûne sedema ku şaneyên DAIŞ’ê li herêmê ji nû ve zindî bibin.
Jinên Dêra Zorê tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin
Û berdewamiya parastina destkeftiyên gelên herêmê û mafê wan ên aramî û xwerêxistinkirinê.
Li hemberî vê jî dewleta Tirk a dagirker hemû derfet û hêza xwe ji bo ku li herêmê nearamî çêbibe bikar tîne.