Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê welatî çalakiyên xwe di çarçoveya gelemperî de didomînin.
Di roja duyemîn ya van çalakiyan de, welatiyan careke din li qadan dengê azadiyê bilind kirin.
Rêveberên perwerdê jî ji deshilatê daxwaza famê fxwe kirin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hêza daxwaza gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Ev hêz di xwepêşandanên bi serhildanê re xurtir bûye.

Li ser banga çalakiyên gelemperî gel daketin qadan

Di rojên borî de çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bang kirin ku di rojên 30, 31 û 1′ Sibatê de li çalakiyên gelenperî pêk werin.

Di vê çarçoveyê de şevê din li beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sine û Bokan ciwan daketin qadan û bi pêxistina agir û girtina rêyan çalakî pêk anîn.

Li bajarên weke Tehran, Meşhed, Yezid, Kirman û Esfehan ên Îranê ji çalakî pêk hatin û li dijî desthilata Îranê dirûşme hatin gotin.

Herwiha çalakgeran ragihandin ku heta gihîştina armancên xwe wê çalakiyan bidomînin.

Doh karmand û Rêveberiya Perwerdeyê yên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo mûçeyên wan werin zêdekirin, çalakî kirin.

Li geldewambûna çalakiyan, zextên dewleta Îranê yên li ser çalakvan û welatiyan jî didome.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kesên din hatin binçavkirin.

Ji vane 2 melayên bi navê Îbrahîm Kerîmî û Luqman Emînî bûn ku piştgirî dabûn serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’.

Li Zahîdan Mewlewî Ebdulmecîd Muradzahî yê şêwirmendê Mewlewî Ebdulmecîd Îsmaîlzehî ku kesayet olî yê Sunneyên Îranê ye hate binçavkirin.

Li hemberî van zextan biryare îro û sibe li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî berdewa bikin.

Ji 16’ê Îlona 2022’yan ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” destpêkir û heta niha bêtirî 500 welatî hatine kuştin.

Her wiha nêzî 20 hezar jî hatine girtin û binçavkirin.

Back to top button