Bolsonaro dixwaze serdana DYA bike

Serokomarê berê yê Brezîlya Jair Bolsonaro dixwaze ji welat dur bikeve.
Ev yek piştî serdegirtinên alîgirên Bolsonaro ya avahiyên dewletê pêk hat.
Bolsonaro, ji bo 6 mehan vîzeya tûrîzmê serî li DYA da.

Parêzerê Bolsonaro, Felipe Alexandre, e-nameyek ji ajansa Reutersê re şand û diyar kir ku Bolsonaro ji bo bêhndanekê dixwaze geştekê li DYA bike.

Alexandre da zanîn ku Serokkomarê berê dema li benda vîzeyê bû dixwest li DYA bimîne.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi hinceta ewlehiya daneyên kesane, ji dayîna agahiyê li ser pêvajoya vîzeya Bolsonaro xwe dûr xist.

Bolsonaro ku di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê yên ku 30’ê Cotmehê li Brezîlyayê hat kirin de li pêşberî Lula de Silva têk çû.

Bolsonaro ji 30’ê Kanûnê ve li Florîdaya DYA’yê ye.

Alîgirên siyasetmedarê populîst rastgir di 8ê Çile de avêtin ser avahiya Kongreyê, Koşka Serokomarî û Dadgeha Bilind.

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê ragihand ku lêpirsînek hatiye vekirin da ku lêkolîn bike bê ka Bolsonorano di teşwîqkirina van kiryarên navborî de heye yan na.

Back to top button