Sererkanê Emerîka ragihand: Wê 500 – 600 leşkerên me li Sûriyê bimînin

Sererkanê giştî yê DYA Mark Milley hêjmara leşkerên Emrîkî ku wê li bakurê Sûrî bihêlin diyar kir.

Milley ji televsiona ABC têkildarî hebûna leşkerên xwe li Sûrî axivî û got:

Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê emê leşkerên xwe li Sûrî bihêlin.

Milley da zanîn ku hêjmar wê ji hezarî kêmtir be û ev tişt anî ziman:

Hêjmara leşkerên me wê ji hezarî kêmtir be.

Di be ku derdora 500 – 600’î de be.

Melley balkişand li ser xeteriya zindîbûna DAIŞ’ê û daxuyakirin ku ger têkoşîna li dijî wê were kêmkirin dibe ku çete careke din xwe zindî bike.

Melley dazanîn ku têkildarî serçeteyê DAIŞ’ê yê nû de jî agahiyên girîng li gel wan hene û di her firsendekê de ew ê wiya bigrin.

Leave a Reply

Back to top button