Beşar El-Esed: Artêş vegeriya herêmê ji bo bihaneyên Erdogan ên êrîşê bi dawî bibin

Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed diyar kir ku, Hêzên Sûriya Demokratîk ne tenê kurd in, lê belê ew ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tê.
Esed têkildarî lihevkirina hatina leşkerên Rêjîmê ji herêmê re, idia kir ku ev dikeve çarçoveya vegera serweriya Artêşa Sûrî ji tevhiya herêmê re.

Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed di hevpeyvîneke taybet bi Televezyona RT a Rûsî re diyar kir ku, lihevkirina hêyî û vekişandina QSD’ê 30 KM ji sînor ji bo bidawîkirina hincetên dewleta tirk ên dagirkeriyê ye.

Di heman demê de, idia kir ku ev yek vegera serweriya Artêşa Sûrî bi hemû xizmeta ji herêmê re ye.

El-Esed destnîşan kir ku, ev weke qonaxke veguhestinê ye..Ji ber halê hazir wê çekên wan li gel wan bin û QSD’ê ji bo tevlîbûna ji nava Artêşa Sûrî re hatiye vexwendin.

Beşar El-Esed:
QSD hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne

Esed îdia kir ku, beşekî ji wan beşdarbûna ji nava Artêşê re qebûl kiriye û beşekî ji red kiriye.

Kurd beşekî QSD’ê ne, di rastiyê de ereb û pêkhateyên din jî di nav de hene.

Beşar El-Esed:
Kurdên bi PYD”ê re ajendeyên emerîkî ne

Serokê Rêjîma Sûrî di hevpeyvîna xwe de, careke din zimanê tewanbariyê bikar anî û got:

Kurdên ku PYD’ê nûnertiya wan dike, Emerîka piştgiriya wan ya çek û aborî kir.

Bi hev re petrol dersînor kirin.

Piraniya wan ejendeyên Emerîkayê ne.

Serokê Rêjîmê her wiha êrîşên dagireriya Tirk bi hebûna Kurdan ve girê da û idia kir ku, ” bi hebûna “PYD” bihaneya êrîşê ya Erdogan çêbû.

Lê ev nayê wateya ku Tirkiyê ne dagirker e”.

Beriya niha Fermandar Mezlûm Ebdî teqez kiribû ku, divê taybetmendiya QSD’ê were pejirandin û rêbazê vexwedina Rêjîmê ji hêzên wan re jî rexne kiribû.

Leave a Reply

Back to top button