Ciwanên Kerkûkê: Divê hikûmeta Başûr û Iraqê helwestên cidî nîşan bidin

Meclisa Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kerkûkê duh bi daxuyaniyekê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Ciwanan di daxuyaniyê de got:

“Em ciwanên Kerkûkê li dijî her cûre êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk in.

Em daxwaz ji hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî Tirkiyê bibin xwediyê helwestên cidî.”

Ciwanan her wiha di çarçoveya dirûşma “Hilweşîne, Hilweşîne” de, piştevaniya xwe ji bo berxwedana gerîla ya Cenga Heftenînê ragihand.

Ciwanên navçeya Soran a Hewlêrê jî, li dijî kirinên dewleta Tirk, banga yekhelwestiya gel, aliyên siyasî û hikûmeta Başûr û Iraqê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji 15’ê Hezîranê ve êrîşan li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.

Hikûmeta Başûr û Iraqê heta niha ti helwesteke rasteqîn li dijî êrîşên dewleta tirk nîşan nedaye.

Back to top button