Kongreya 2. a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi beşdariya 315 delegeyan li bajarê Reqayê destpê kir.
:Kongreya partiyê bi dirûşmeya”Sûriyeyeke nenavendî û pirrengî….Xurtkirina Rêveberiya Xweser..Xurtkirina QSD’ê” lidar dikeve.
Di kongreyê de fotoyên Şehîdên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat danîn, di nav de fotoyê şehîd Hevrîn Xelef bû..
Kongre bi dengê Şehîd Hevrîn ê tomarkirî hat destpêkkirin.
Piştre Serokê giştî yê partiyê Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan axivî û lidarxstina kongereyê li hemû beşdaran pîroz kir.
Qeftan soza dewamkirina kar û xebatê heya gihaştina Sûriyeyeke Demokratîk û nenavendî da.
Paşê dayika şehîd Hevrîn Xelef axivî û teqez kir ku ew ê heta dawî li ser şopa hevrîn bin..
https://youtu.be/UNfcVlC2w9Q