Hikumeta Spanya li ser daxwaza serxwebûna Katalonya civiya

Li Spanya têkoşîna Katalonya ya serxwebûnê bi salane dewam dike.
Ji bo dîtina çareseriyeke ji rewşê re, hikumeta Spanya û rêveberên Katalonya civiyan.
Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez got,
“Em qebûl dikin ku ev danûstandin rêya herî baş e.”

Li Spanya yek ji netewên herî zêde daxwaza serxwebûna xwe dike û di nava demên dirêj de têkoşîna vê yekê dike Katalonya ye.

Her çiqasî hikumeta Spanya li dijî vê yekê derdiket lê têkoşîna Kataloniyan hikumeta welat neçarî rûniştina ser maseyê kir.

Di danûstandinên despêkê de, Serokwezîr Pedro Sanchez û beşek ji wezîran jî amade bûn.

Li aliyê din, hevparê sereke yê Katalonyayê yê koalîsyonê, Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê, Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Pere Aragones û wezîr beşdarî civînê bûn.

Her wiha ji Katalonya jî hevparê biçûk ê koalîsyonê, Partiya Yekîtiya ji bo Katalonya, beşdarî danûstandinan nebû.

Beriya danûstandinan, Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez û Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Pere Aragones bi hêviya ku çareserî ji krîza siyasî re bibînin civînek lidar xistin.

Sanchez: Em di mijara danûstandinan de xwedî hemfikirin

Piştî civîna ku bi qasî 2 saetan dewam kir, Sanchez û Aragones daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Em ê neçar bimînin pir biaxivin, guh bidin hev û hewl bidin heta ku ji destê me tê, em nêzî hev bibin.

Em ê nikarbin krîza dehsalî di rojekê de çareser bikin.

Lê em danûstandinê weke rêya herî baş dipejirînin.

Aragones: Dema avakirina baweriyê ye

Aragones jî daxwazên xwe yên referandûma serxwebûn û efûya giştî dubare kir.

Ji aliyê din ve, Sanchez diyar kir ku wê rê hebin ku aborî û rewşa civakî ya Katalonya baştir bikin.

“Dem dema avakirina baweriyê ye. Her du hukûmetan îro vîna xwe nîşan da ku di çareserkirina vê pevçûnê de pêşketinê bi dest bixin.”

Li gorî rapirsiyên di nava 5 salên dawiyê de, nîva Katalonan dixwazin bi Spanya ve girêdayî bin, nîva din jî daxwaza cudabûnê dikin.

Back to top button