Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, 24 saetên dawî, 3 hezar û 783 kes bi Vîrûsê ketine û 121 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Bi vê bîlançoyê, heya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 890 kes mirine û 82 hezar û 329 kes jî nexweş in..
Wezareta Hindir ya Tirkiyê jî ragihand ew ê “dema nederketina derve ya 2 rojan, heya 15 rojên din dirêj bikin”.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo qeterê her tiştî rewa dibîne
Di çarçoveya tedbîran de jî, desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bilî Qeterê, çûnûhatina asmanî ya hemû welatan rawestandiye.
Der barê vê de, Parlamenterê CHP’ê Burhanettîn Bulut, pêşniyar-nameyek da Wezareta Veguhestinê û tê de pirsî “Qeter welatekî ku Corona lê heye, çima destûr ji bo wê hatiye dayîn?”