Qanûna Înfazê ya ku girtiyên siyasî di vê rewşa zehmet de hiştin, hîna rastî bertek û nerazîbûnan tê. Hevserokê Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya Wanê Kinyas Başak diyar kir ku “hikumeta AKP-MHP’ê di serdemeke wiha de, ku bi awayekî ecêb mirov dimirin, bi hezaran mirov ji mirinê re hiştine”.
Başak destnîşan kir ku ‘efûya beşekî’ li dijî rêgeza wekheviyê ye û got:
”Desthilata AKP-MHP’ê, li gorî xwe pênaseyeke “teror”ê kiriye û bi vê qanûnê re dijminatiya li dijî Kurdan raxistiye ber çavan û ti sedemeke din nîne ku bi hezaran girtiyên siyasî li derveyî vê yekê bihêlin”.
Girtiyekî edlî çawa ji girtîgehê derket, kesek kuşt
Encamên neyînî yên vê qanûna ku tenê diz, kujer û alîgirên AKP’ê jê sûd wergirtine, derdikevin holê.
Yek ji van girtiyên ku bi vê qanûnê hatiye berdan, Mehmet I. e, ku yekser piştî hat berdan li navçeya Torbalî ya Îzmirê kesekî 44 salî kuşt.



