Malbatên girtiyan: Girtî ji mirinê re hatine hiştin

Li Tirkiyê, bang û daxwaza berdana girtiyan, ji aliyê malbatên wan ve, di vê rewşa zehmet de bilind dibin. Malbatên girtiyan xwestin di vî alî de, Wezareta Dadê û ya Tenduristiyê bikevin nava tevgerê. 

Ji ber vîrûsa Coronayê, niha cihê herî metirsîdar girtîgeh in.

Piştî ku vîrûs derbasî girtîgehan jî bû, fikarên li ser jiyana girtiyan û tenduristiya wan zêde bûn.

Malbatên girtiyan destnîşan kir ku “êdî vîrûsa Coronayê ketiye hundirê girtîgehan û girtî ji mirinê re hatine hiştin û xwestin demildest hemû girtî bên berdan”.

Back to top button