Aldar Xelîl: Lihevkirina destpêkê navbera ENKS û PYNK’ê, piştevaniyê dide yekrêziyê

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl serkeftina qonaxeke diyalogê di navbera ENKS û PYNKê de eşkere kir..

Aldar Xelîl diyar kir ku “ev lihevkirina destpêkê wê piştevaniyê bide qonaxên bê yên diyalogê”.

Piştî derbaskirina nakokiyên ku hatibûn pêşiya hinek partiyên Kurdî, Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl kêfxweşiya xwe bi vê yekê anî ziman û serkeftina qonaxekê di navbera ENKS û PYNK’ê de ragihand..

Aldar Xelîl jî bi twîttekê ev tişt got:

Piştî gelek hevdîtin û giftûgoyan, spas ji bo hemû aliyên ku hinek mijarên rawestiyayî yên di navbera ENKS û PYNKê de derbas kirin.

Ev serkeftin û lihevkirina destpêkê, piştevaniyeke mezin ji bo pêkanîna yekîtiya refa Kurdî ye.

Xelîl her wiha diyar kir ku:

Em hêvî dikin qonaxên bê dîrokî bin û bikevin xizmeta berjewendî û arezûyên gel ên demokratîk.

Berî niha jî, Aldar Xelîl ji televîzyona me re ragihandibû ku “ji ber ENKS beşdarbûna partiya PYNK qebûl nekiriye, diyalog ji aliyê xwe ve rawestandibûn.

Li gorî agahiyan, partiya ENKS û PYNK 2 caran li hev rûniştine..

Back to top button