KNK’ê û Kongreya Star bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bang li hikumeta Iraqê, Başûrê Kurdistanê û saziyên mafên mirovan kirin ku li dijî êrîşan erka xwe rabin û helwestê nîşan bidin.
Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.
KNK’ê êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî mafên mirovan û qanûnên Navneteweyî ne.
KNK’ê got:
“Pêwîst e, hemû rêxistin, sazî, dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê van êrîşan şermezar bikin û ji bo rawestandina van êrîşan helwestên pêwîst nîşan bidin.
Divê destê piştgirî û hevkariyê dirêjî kampa Mexmûr û Şengalê bikin û wan ji gef û êrîşên dewleta Tirk biparêzin.”
Kongra Star: Armanca êrîşan, têkbirina yekîtiya neteweyî ye
Koordînasyona Kongra Star jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi tunekirina gelê Kurd, hebûna xwe bidomîne.
Kongra Star teqez kir ku dewleta Tirk ji gelê Kurd û Jinên Kurd ditirse û da zanîn ku ev êrîş jî encama wê ye û got:
“Em jî dibêjin ev êrîş tu carî me bêdeng nakin û natirsînin. Ji ber em gelê berxwedêr in. Doza me ya hebûna me ye û rewa ye.
Ev êrîşên hovane, dewleta Tirk a faşîst lewaz dike, em bi berxwedana xwe hîn zêde bihêz dibin. Ji bo her êrîşekê, hêrsa me li hemberî faşîzmê û hişmendiya qirker zêde dibe.”
Kongra Star bêdengiya hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê rexne kir û ji wan xwest ku bi erk û berpirsiyariya xwe rabin.
Kongra Star îşaret bi xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurd kir û anî ziman ku armanca êrîşên dagirkeriyê, têkbirina yekîtiya Kurd e..
Herî dawî jî Kongra Star li dijî êrîşan banga bilindkirina tekoşînê li ciwan û jinan kir..