Bedran Çiyakurd: Êrîşên Tirkiyê xelekek ji xelekên qirkirina gelê Kurd e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê xelekek ji xelekên qirkirina gelê Kurd e. ÇiyaKurd êrîşên Tirkiyê yên li dijî Mexmûr û Şengalê di çarçoveya berdewamkirina qirkirina DAIŞ’ê li dijî Êzîdiyan de bi nav kir.. ÇiyaKurd her wiha bang li NATO’yê kir ku helwesteke zelal nîşanî êrîşên Tirkiyê bide.

Êrîşa 15’ê Hezîranê ya li dijî Şengal û Mexmûrê di salvegera qirkirina li dijî Suryanan de, xelekek ji rêze komkujiyên Tirkiyê yên li dijî gelê me û gelên herêmê ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd ev yek ji ANHA’yê re got.

Bedran Çiyakurd diyar kir ku Tirkiye niha mîrasgirê siyaseta osmanî ya qirkirinê ye, armanca wî berxwedan û muxalefetê ji kokê ve rakirine.

Çiyakurd êrîşên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd weke nixumandinekê ji aloziya wê re bi nav kir û anî ziman ku ev êrîş di çarçoveya berdewamkirina qirkirina DAIŞ’ê li dijî Êzîdiyan de pêk tê.

Ji bo şerê li dijî kurdan, Tirkiye dewletên cîran vediguherîne qadên şer

Çiyakurd got:

“Tirkiye hewl dide dewletên cîran veguherîne qadên ji bo şerê xwe yê li dijî Kurdan û gelên herêmê. Divê gelên herêmê hemû li dijî van projeyên Tirkiyê yên mêtîngerî têbikoşin û divê dewletên Ereb li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û planên wê rawestînin. Çawa ku gelên Ereb li dijî osmaniyan 1918’an, serî hildan û ew ji tevahiya welatên Ereb derxistin.
Niha jî divê li dijî Tirkiyê ya ku li Sûriyê, Iraq, Qeter, Somalê ye û hîna ber bi Tunis, Lubnan û Misirê ve dirêj dibe, serî hildin.”

Divê NATO li dijî êrîşên Tirkiyê xwedî helwest be

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser da zanîn ku Tirkiyê Endamtiya xwe ya NATO’yê bi kar tîne da ku ewlehiya herêmê têk bibe..

Lewra ÇiyaKurd, bang li NATO’yê kir ku li hember siyasetên Tirkiyê yên li dijî Kurdan û gelên herêmê xwedî helwesteke cidî bin, eger êrîşên wê ranewestîne ew berpirsê sûcên Tirkiyê ye.

ÇiyaKurd bang li aliyên tevgera siyasî ya Kurdistanê jî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek…

Back to top button