Li Kobanê, sibê greva birçîbûnê dest pê dike

Li Kobanê, ji bo şermezarkirina girtin û binçavkirinên li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, dê sibê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî ji ANHA’yê re axivî û got:

“ji bo dengê girtiyan bighînin raya giştî û sûcên dewleta Tirk yên li dijî rêber Ocalan û girtina parlemanteran emê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.”

Balî diyar kir ku dewleta Tirk sûcên dermirovî li dijî girtiyan pêk tîne, û bêdengiya navneteweyî ya li dijî van sûcan şermezar kir.

Hat diyar kir ku konê çalakiyê wê li qada şehîd Egîd a li Kobanê bê vedan û ji sibê ve dest pê bike û heta 7 rojan wê bidome.

Back to top button