Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed û Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal der barê êrişên li ser herêmê de nirxandin kirin.
Di nirxandinê wan de hat tekezkirin bi şerê gel ê şoreşgerî û yekîtiyê, wê gelên li herêmê bersiva hemû êrişan bidin.
Der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê berdevka Kongra Star Remziye Mihemed ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Remziye Mihemed tekez kir ev êriş bi armanca têkbirina destkeftiyên gelên herêmê û dagirkirinê pêk tên.
Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed tekez kir bi van êrişan vîna gelê herêmê nayê şikandin û ew ê li dijî êrişan li ber xw bidin.
Remzî Kartal: Divê tevahî gel û hêzên leşkerî bi hv re têbikoşin
Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal jî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ku dema dawî zêde bûne, da.
Remzî Kartal tekez kir divê tevahî pêkhateyên herêmê têkoşînê xurt bikin û bersiva êrişan bidin.
Hevserokê Kongra- Gel got:
“Xurtkirina pergala leşkerî di dema heyî de têrê nakê, divê gel di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de têkoşînê bike.
Divê tevahî gel û hêzên leşkerî di xendeqekê de têbikoşin.
Û şêniyên herêmê jî xayîn û sîxurên li nav xwe tune bikin.”
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal dawiyê balkişand li ser girîngiya têkoşîna dîplosmasî û got divê li derveyî welat jî tekoşîneke dîplomasî ya li dijî êrişên Tirkiyê were meşandin.