Rûsya nexweşxaneyeke zarokan bombebaran kir, 17 kes birîndar bûn

2 hefte ne bênavber şerê li Ûkraynayê didome. Amerîka bi piştgiriya aborî û leşkerî hewl dide êişa Rûsya rawestîne, lê belê berovajî w, Rûsya êrişên xwe hîn zêdetir kirine. Herî dawî Rûsya nexweşxaneyeke zarokan kir armanc û 17 kes birîndar bûn.
Rûsya li dijî zextên aborî û siyasî xwe ji Konseya Ewropayê kişand.
Li aliyê din îro wezîrên karê derve yên Ûkrayna û Rûsyayê li bajarê Antalya yê Tirkiyê dicivin. 

Li ser axa Ûkrayna 2 hefte ne şerekî dijwar rû dide.

Her çiqas bi ceza û hişyariyan hewl tê dayîn ev şer raweste jî, berovajî wê Rûsya êrişên xwe zêde kirine.

Duh li bajarê Mariupolê hêzên Rûsyayê nexweşxaneyeke zarokan bombebaran kir.

Jinek jî di nav de, 17 kes di vê êrişê de birîndar bûn.

Zelensky: Rûsya sûcên şer dike cîhan bêdeng e

Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky dîmenê vê êrişê bi par ve kir û li ser ev got: “Ev yek sûcên şer e.Divê êdî cîhan dawî li bêdengiya xwe bîne. Ji bo qedexekirina firîna balafirên Rûsî li ser Ûkraynayê êdî gavan biavêje.”

NY: Êrişa li dijî nexweşxaneyê nayê qebûlkirin

Berdevkê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric êrişa li ser nexweşxaneya zarokan şermezar kir û got. “Êrişa li dijî nexweşxaneya zarokan nayê qebûlkirin. Divê hêzên Rûsî dawî li êrişên xwe yên li ser nexweşxane, xebatkarên tenduristî û ambûlansan bînin.”

Îtalya: Me zêdeyî 23 hezar koçberên Ûkraynî pêşwazî kirine

Di rewşeke wiha de, koçberiya ji Ûkraynayê jî zêdetir dibe.

Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky ragihand duh tenê 35 hezar welatiyên Ûkraynayê ji bajarên ku şer lê heye, derketin.

Îtalya jî eşkere kir heta niha wan bêtirî 23 hezar koçberên Îtalî pêşwazî kirine.

Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû heta niha zêdeyî 2 mîlyon 200 hezar kes ji Ûkraynayê koçber bûne.

Li aliyê din, Meclisa Nûneran a Amerîkî bûdceyek bi qasî 14 milyar dolar ji bo pêdiviyên leşkerî yên Ûkraynayê veqetand.

Kongresa Amerîkî jî bi piraniya dengan qedexekirina wergirtina neftê ji Rûsyayê erê kir.

Pentagonê jî diyar kir wan ji bo parastina Polonyayê, 2 mûşekên Patriot ên parastina qada hewayî dikin bi cih kirine.

Rûsya xwe ji konseya Ewropayê vekişand

Piştî van zextên aborî, dîplomasî û leşkerî yên Ewropa Wezareta Karê Derve ya Rûsya bi daxuyaniyekê xwe ji Konseya Ewropayê vekişand.

Ji bo rewşa heyî ya Ûkrayna, îro wezîrên karê derve yên Ûkrayna û Rûsyayê li bajarê Antalya yê Tirkiyê dicivin.

Back to top button