KJK: jinan 8’ê Adara îsal bersiva herî zelal dan hişmendiya zilamserwer

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên jinan û xwedîderketina wan li vê rojê silav kir.
KJK’ê destnîşan kir helwesta têkoşînê ya di 8’ê Adarê de derketî holê, dikare qedera vê sedsalê diyar bike.
KJK’ê hêvî kir ku bi rengekî xurt Newroza îsal jî were pîrozkirin û hesabê dîrokî ji faşîzmê were pirsîn.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê berxwedana ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de derketî holê, silav kir.

KJK’ê anî ziman jinên Kurdistanê her cure êrişên faşîzmê şikandin û helwesta wan a têkoşîna ya vê salê pîroz û silav kir.

Di dewama daxuyaniyê de, KJK’ê wiha anî ziman:

“Di pêvajoyeke wiha de, helwesta têkoşînê ya jinê ku di Roja Jinan a Cîhanî 8’ê Adarê de derketî holê, bi wesfekî wiha ye ku wê qedera sedsalê diyar bike.

Jinên ku li her devera cîhanê rabûne ser xwe, pergala nêr a serwer dane ber pirsan û nîşanî cîhanê dan ku ‘bi pêşengiya jinan cîhaneke din pêkan e.”

KJK’ê diyar kir ku jinên Kurdistanê li her deverê bi 8’ê Adarê, di serî de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, bersiva herî zelal li meydanan dan hişmendiya zilamserwer û wiha got:

“Jinan bi çand, huner, helwesta polîtîk, bi bîreweriya xweparastinê û têkoşîna xwe nîşanî her kesî da ku paşerojeke wan a ku ava bikin heye.

Em wan hemû jinan, bi kelecanî û baweriya ji helwesta têkoşîna jinan careke din pîroz dikin.

Jinên ku bi rojan e her dever bi rengê jinê xemilandine.”

Koordînasyona KJK’ê dawiya daxuyaniya xwe di serî de jin û ciwan bang li tevahiya gel kir ku bi rengekî xurt tevlî Newroza îsla bibin û hesabê dîrokî ji faşîzmê bipirsin.

Back to top button