Rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya jiyana hevbeş û demokrasiya rasteqîn a bi rêya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre projeya netewa demokratîk a Rêber Apo, hişt bangên ji bo azadiya Rêber Apo zêde bibin.
Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser pêngavê axivîn û diyar kirin ku sedema berfirehbûna pêngavê fikrê Rêber Apo ye.
Endamê PYD’ê yê Minbicê Mehmûd Cimo got:
“Em şopdarên fikrê Rêber Apo, fikrê neteweya demokratîk ê ku bandor li Rojhilata Navîn kiriye ne.
Ev fikr piştgiriyek da siyasetmedaran ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.”
Hevseroka Partiya Pêşketin û Demokrasiyê ya Minbicê Bîsan Fedîl jî wiha axivî:
“Me piştgirî da pêngavê ji ber ku Rêber Apo yek ji sembolên demokrasiyê ye û xwedî fikrê biratiya gelan e.
Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fehid El Şilaş jî wuha axifî û got:
“Tecrûbeya Rêveberiya Xweser hişt gel banga azadiya Rêbertî bikin.
Ji ber ku ew bi fikrê Rêber Apo bawer in û ew rêya azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserî cîhanê ye.”