“Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin”

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça di civîna gel a li Halleyê de axivî, diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin û banga tevlêbûna meşa 18’ê Mijdarê ku wê li Berlînê bê lidarxistin kir.

Li bajarê Halle yê Almanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” civîna gel hat lidarxistin.

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça û siyasetmedar Faysal Sariyildiz tevlî civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça axivî û got:

“Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê geş bikin.

Divê em hewl bidin ku bi deh hezaran kes tevlî meşa 18’ê Mijdarê bibin.”

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî axivî û bal kişand bi ser qedexeya PKK’ê û got:

“Em hatine qonaxeke ku qedexekirina PKK’ê bûye sedem ku Kurd nekarin mafên xwe yên demokratîk jî bi kar bînin.

Em jî dibînin ku ev qedexe bi tecrîdê re jî girêdayî ye.

Di rastiyê de li qada navneteweyî li dijî êşkenceya sîstematîk tu gav nayên avêtin.”

Li Brukselê meşa ‘ji Rêber Apo re azadî’

Back to top button