Li herêmê têkoşîna hêzên ewlehî yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.
Asayîşê li bakurê gundewarên Dêrazorê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ′ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyonê daxuyanî da û got:
“Hêzên me piştî şopandin û serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê 12’ê mijdarê li bakurê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê girin
Ev çeteyên ku hatin girtin karkerên sivîl dikirin armanc û tirsê di nav gel de belav dikirin.
Li hember her cûre êrişan em ê gelên xwe biparêzin.”
Asayîşê di dawî de bang li xelkên herêmê kir ku ger tevger an jî kiryareke bi guman dîtin agahiyê bidin Asayîşê.