Li Kerkûkê, dema qedexeya çûnûhatinê heya 24’ê mehê hat dirêjkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ti rewşên Coronayê nehatin tomarkirin. Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê jî ragihand ew ê nederketina derve bi dawî bikin.
Li Rojhilatê Kurdistan û seranserî Îranê jî, herî dawî 73 kes mirin. 

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, ti rewşên pêketina Coronayê nehatin tomarkirin.

Heta niha li giştî Başûrê Kurdistanê, 337 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 250 jî rehet bûne.

Li aliyekî din, Maseya Krîzê ya bajarê Kerkûkê ji bo xweparastina ji vîrûsa Coronayê, nederketina derve heta 24’ê vê mehê dirêj kir.

Li Silêmaniyê, wê nederketina derve were bidawîkirin

Tevî ku hîna metirsiya Coronayê heye, Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Silêmaniyê diyar kir ku “ji ber rewşa xerab a aboriya şêniyan, neçar man qedexeya çûnûhatinê bi dawî bikin”.

Li Silêmaniyê heya niha, 130 nexweşên vîrûsa Coronayê li nexweşxaneyan in.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî, li seranserî welêt û di nava 24 saetan de, 31 kes bi vîrûsê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 73 kesên din mirin

Li Rojhilatê Kurdistan û seranserî Îranê jî, di 24 saetên dawî de hezar û 374 kes bi Coronayê ketin û 73 kes jî mirin.

Bi vê yekê, jimara pêketiyan gihîşt 80 hezar û 860 kesî û ya miriyan jî bû 5 hezar û 31.

Back to top button