Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 30. de didome

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinan di roja xwe ya 30’yî de didome.
Li girtîgeha Evîn ya li bajarê Tehranê duh êvarê şewat û şer derket.
Li gorî agahiyan ji ber êrişa hêzên Îranê ya li dijî girtiyan û şewatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel yên li dijî kuştina Jîna Emînî û tundiya rejîma Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” di roja 30’yî de berdewam dike.

Di êrişên hêzên rejîma Îranê de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezaran kes jî hatine girtin.

Heta niha zêdeyî 200 kes di êrişên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane

Duh û îro carekek din gel daketin qadan û daxwaza xwe ya azadiyê dubare kirin.

Bi heman daxwazê ciwan û xwendekarên li zanîngehan jî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li qada bûn.

Li Urmiye, Kirmanşan, Sine, Îlam, Seqiz, Mehabad û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûn li dijî rejîma Îranê hebûn.

Her wiha li Xûzistan û Yezdê jî gel heya derengiya şevê bi dirûşmeyan li qada bûn.

Li bajarên Tehran, Kirman, Kîş, Erdebîl, Esfehan, Hemedan, Reşt û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandanan berdewam kir.

Li bajarê Erdebîl piştî ku xwepêşandan berfireh bû, hêzên Îranê bi dijwarî êriş kir, di encamê de xwendekareke jin jiyana xwe ji dest da.

Duh di derengiya şevê de li girtîgeha Evîn a li Tehranê ku bi hezaran girtî têde hene şewateke mezin derket.

Piştî şewatê li girtîgehê dengê guleyan û teqînan jî hate bihîstin.

Rejîma Îranê jî hêjmareke zêde a hêzên xwe yên taybet ber bi girtîgehê ve rêkirin.

Li gorî çalakvanên Îranê, piştî serhildana li girtîgehê, hêzên Îranê ji derve bombeyên destan avêtine nava girtîgehê.

Piştî bûyerê malbatên girtiyan berê xwe dan girtîgehê. Lê li gorî şahidên bûyerê hêzên rejîmê, bi tûndî mudaxaleyî malbatên girtiyan kirin û bi gaza îsotê êriş kirine.

Li gorî malpera Îran International di êrişa hêzên Îranê ya li ser girtiyan de 4 kesan jiyana xwe dest daye.

Lê hê jî girêdayî şewat û pevçûnên ku li girtîgehê rû daye tu agahiyekek zelal nehatiye girtin.

Piştî pevçûnên li girtîgeha Evîn li Tehranê gel bi armanca xwedî derketina li girtiyan daketin qadan.

Li aliyê din hat ragihandin li girtîgeha navendî ya bajarê Sine jî girtiyan serî rakirine, alozî û pevçûn di navbera girtiyan û hêzên Îranê de derketiye.

Tê gotin ku bi dehan girtî birîndar bûne.

Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 29. de didome

Back to top button