Xelkê Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Canda Şêxmûs re xwest

Xelkê Amûdê berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê Şehîd Canda Şêxmûs û sersaxî ji malbata wê re xwestin.

Her wiha li navçeya Amûdê jî endamên sazî, rêxistinên sivîl û jinan serdana konê sersaxiyê yê şehîd Canda Şêxmûs kirin û sesaxî xwestin.

Li bin konê sersaxiyê kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan nû kirin û gotin:

Em ê tu carî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.

Bavê Şehîd Canda jî diyar kir ku ew bi şehadeta wê serbilind e.

Dawiyê hin helbestên şoreşgerî hatin gotin.

Back to top button