HPG nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 29’ê Îlonê li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got:
“Sekna wan a mîlîtaniya Apoyî, fedakariyên wan ên mezin, cesaret û hewldanên wan wê ti carî neyên jibîrkirin.”
HPG’ê ji malbata şehîdan û tevahî gelê Kurditanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê diyar kir 29’ê Îlona 2023’an di êrişa dijmin a li ser herêma Zapê de gerîla Mahîr Elîşêr, Edessa û Mazlûm şehîd bûn.

HPG’ê wiha qala têkoşeriya gerîlayên şehîd kir:

“Hevrêyên me bi tarzê şerê tîmên pispor derrbeyên giran li dijmin xistin.

Bi şerê ku li ser xeta fedayîtiyê meşandin, bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak.

Di kesayeta xwe de nûneriya mîlîtaniya şoreşgerî ya demê ava kirin.

Bûn lehengên bi wêrek û planên dagirkeriyê pûç kirin.”

HPG’ê diyar kir şehadeta hevreyên wan wê bibe sedemê têkoşîneke hîn mezintir û got:

“Em bi van hestan ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Mahîr Elîşêr Koçgirî
Nav û Paşnav: Onûr Kapar
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayikê: Senem
Navê Bav: Metîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Îlona 2023’an / Zap

Nasnav: Edessa Mûnzûr
Nav û Paşnav: Canda Şêxmûs
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Abdûlkadîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Îlona 2023’an / Zap

Nasnav: Mazlûm Dijwar
Nav û Paşnav: Bekir Mihemed Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayikê: Mûne
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Îlona 2023’an / Zap

Back to top button