Cîhan Derwêş: Tevahî cîhan dizane çareserî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Pêngava Cihanî ya ji bo azadiya Rêber Apo li cihanê belav bûye.
Seroka desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwêş balkişande ser giringiya pêngavê. Cîhan Derwêş dibêje pêngav bersiveke ji hêzên desthilatdar e. Êdî tevahî hêzên azadixwaz dizanin çareserî di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ye.

Seroka desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwêş diyar kir ku tevahî cihan dizane ku bi azadiya Reber Apo wê pirsgirêkên Rojhilatanavîn çareser bibe û got: “Ji ber vê rastiyê ji meha destpêkê ve bi rengekî girseyî li gelek welatan tevlî pêngavê bûn.”

Cîhan bang li jin û ciwanan kir ku pêşengiya pêngavê bikin da ku bigihêjê encamê.

Back to top button