Ciwananên Hesekê di çarçoveya pêngavê de panelek lidar xistin

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê panelek li darxistin.

Panel li sala serdemê ya hesekê bi beşdarbûna bi dehan ciwanan pêk hat.

Di panelê de axaftin li ser danasîna fikrê Rêber Abdullah Ocalan derbarê kirîza Rojhilata Navîn taybe jî sûrî de hate kirin.

Di panelê de Cûd El Hemûd axivî û got:

Hêzên komploger îro di şexsê Rêber APO de dixwazin bi vê tecrîdê hemû gelên heremê ku fikrî wî ji bo xwe rêya rizgariyê dibîne, bifetisîne û hêviya wan têk bibe.

Lê Rêber apo bi pareznameyên xwe, pirtûkên xwe plana hêzên komploger vala derxist û îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûrî pergala ku derketiye holê encamê fikrê Rêber APO ye.”

Panel piştî nîqaşan bi durşma bê serok jiyan nabe bi dawî bû.

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê ji bo azadiya Rêber Apo bang kir

Back to top button