Hakan Fîdan: Hewlêr di dosya hesas de hevkarê Enqerê ye

Di şerê li beramberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, hikumeta Herêmê di her warî hemahengî û hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê vê yekê pişt rast kir û wiha got: Hewlêr di dosyeyên hesas de hevkarê Enqereyê ye.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan di daxuyaniyek a çapemeniyê de ragihand ku hikumeta Herêma Kurdistanê (PDK), di şerê dijî gerîlayên PKK’ê de hevkar û hevahengê dewleta Tirke.

Fîdan YNK’ê bi hevkariya PKK’ê tometbar kir û qala rola hikumeta Herêm di şerê dijî PKK’ê de kir.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk diyar kir ku her ku diçe hevahengiya Hewlêr ya bi Enqereyê re zêdetir dibe û di dosye û mijarên hesas de hevkare.

Her wiha destnîşan kir ku civînên navbera wan de dewamin û ji beriya her êrişek leşkerî bidin pêkanîn hikumeta Herêmê agahdar dikin.

Hakan Fîdan di daxuyaniyê de giliyê YNK’ê kir ku di operasyonên li dijî gerîla, azadîxwaz û welatparêzan de hevkariya Hewlêr û Enqereyê nake.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha bi caran Rêvebriya Navendî ya PKK’ê ragihandiye ku PDK bi temamî piştevanî û hevkariya dewleta Tirk dike û bi dewam hişyariya hevkariya PDK ya ku dijî PKK’ê û gelê Kurd pêşkêşî dewleta Tirk dike kiriye.

Lê PDK bê ku guh bide van hişyariyên PKK’ê û aliyên din, hîn zêdetir têkilî û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re zêde dike.

Her wiha ji bo dewleta Tirk a dagirker ku di pêkanîn her êrişek hewayî û bejahî li ser deverên Herêma Kurdistanê de, ronahiyek kesk pêxistiye.

Back to top button