Salvegera 1.a şehîdên komkujiya Teqel Beqel

Bi boneya 1’emîn salvegera şehîdên Komkujiyên Teqel Beqel merasîma bîranînê li Dêrikê ji bo wan hate lidarxistin.
Kesên beşdar soz dan ku çi dibe bila bibe ewê bi her awayî li ser rêya şehîdên xwe bin û destketiyên wan biparêzin.

20’ê Mijdara 2022’an dewleta Tirkiyê ya dagirker bi balafirên şer li gundê Teqel Beqel komeke şênî kir armanc.

Di encama êrişê de 11 welatî, di nava wan de nûçegihanê ajansa ANHA’ê Îsam Ebdullah jî şehîd bûn.

Bi armanca bîranîna şehîdên komkujiyê, li qada Stada Kornîş a Dêrik bi beşdariya şêniyên Qamişlo, nûnerên sivîl, Rêvberiya Xweser û dezgehên çapemeniyê merasîmek hate lidarxistin.

“Çeka me firkir û felsefeya Rêber Apo ye”

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Dîroka dagirkeriya Tirkiyê bi giştî xwîn û komkujî ne, ew bi van êrişan dixwaze vîna gelê herêmê têk bibe, lê ew nizane ku li cem me çeka herî bi hêz heye ew jî fikir û felsefeya Rêber Apo ye.

Dawiyê, beşdarên merasîmê berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik û şehîd li ser gora wan bibîranîn.

Back to top button