
Di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk li ser Til Temirê de endamê YPG’ê Gelhat Efrîn şehîd bû.
Îro bi merasîmeke bi heybet şehîd Gelhat oxirkirin.
Bi hezaran şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Gelhat Efrîn bûn.
Di merasîmê de, li ser navê YPG’ê Şervan Efrîn axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Dayika şehîd Gelhat, Zeyneb Hec Muslim jî axiftin kir û got:
“Ez şehadeta Gelhat li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dikim.”
Di dawiyê de, wesîqeya şehadetê hate xwendin û şehîd di nava dirûşmeyan de hate oxirkirin.