Bi hezaran ji şêniyên Cizîrê Ş.Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî li Hesekê oxir kirin

Cenazeyê endamê Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd û şervanê YPG’ê Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Merasîma her du şehîdan li li goristana şehîdan a li gundê Dawidiyê yê Hesekê pêk hat.

Bi sedan ji endamên saziyên rêveberiya xweser û malbatên şehîdan di merasîmê de amade bûn.

Merasîmî bi toreneke leşkerî destpêkir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker wê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibe

Her wiha di merasîmê de berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got:Teqez wê hesab ji wan were xwestin.”

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî destnîşan kir ku dagirker nikare xewna xwe pêk bîne ku gelên azadîxwaz tune bike. Bi teqez wê têk biçin û îradeya azad wê bi ser bikeve.”

Dayîkên şehîdan rahiştin çekan û soza tolhildana şehîdan û pêkanîna armancên wan da

Back to top button