Di nava hefteyekê de çeteyên dewleta Tirk 11 welatî revandin

Revandin, talan û dizî..
Ev hemû sûc li Efrîna dagirkirî dibin .
Tenê di nava hefteyekê de çeteyên dewleta Tirk 11 welatî revandin .
Lû navçeya Raco nêzî hezar û 500 darên henarê qut kirin .
Û 80 darên zeytûnê li navçeya Şera birîn.

Ajansa Hewarê bîlançoya hefteyekê ya kirinên dewleta Titk li Eferînê eşkere kir..

Li gorî wê :

Çetayan ji navçeya Cindirêsê 5 welatî revandin ..

Ji navçeya Şiyê 3 welatî ..

Ji navçeya Şêrawayê jî 2 welatî hatin revandin ..

Li navçeya Şera welatiyek hat revandin ..

Li navçeya Mabeta jî, çeteyên dewleta Tirk 300 darên zeytûnê ji gundê Mist Eşûra مست عشورا, birîn.

Li gundê Kefer Delê yê navçeya Cindirêsê, çeteyan tabloyên enerjiya tavê tevî alavên wê dizîn.

Li navçeya Raco jî, çeteyan nêzî hezar û 500 darên henarê ji gundê Mamila معملا qut kirin.

Heman dagirkerî nêzî 80 darên zeytûnê li yê navçeya Şera birîn.

Back to top button