Mistefa Qelecî: Bi avakirina wargehan dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike

Têkildarî guhartina demografiya Efrînê Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans ya Sûrî Mistefa Qelecî piştrast kir ku bi erêkirina Rûsya bi avakirina wargehan dewleta Tirk zagonên navnetewî binpê dike.
Qelecî diyar kir di vê çarçoveyê de jî dewleta Tirk hewil dide ku herêma Eyn Îsa dagir bike.

Bi armanca pêkanîna guhartina demografiya Efrînê û herêmên dagirkirî dewleta Tirk pilanên xwe yên qirêj didomîne

Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans ango (El-Texîr we El-Nehda ) ya Sûrî Mistefa Qelecî ji televezyona me Ronahî re axivî.

Qelecî diyar kir ku ji ber Efrîn û herêmên hatine dagirkirin derveyî serweriya Sûriyê ye, ev wargehên ku dewleta Tirk li Efrînê ava dike derveyî qanûnên navnetewî ne.

Qelecî destnîşan kir ku Efrîn ya ku ji sedî 97 welatiyên wê Kurd in, dewleta Tirk dixwaze guhartina demografiyê pêk bîne û ji kurdan xilas bibe.

Qelecî eşkere kir ku dewleta Tirk bi rêya rêxistinên radîkal guhartinên demografîk pêk tîne û da zanîn bi rêya wan rêxistinan Êzîdî û Etnîkên cuda yên li herêmê qir bike.

Qelecî: Di guhartina demografiya Efrînê de Rûsya şirîkê Tirka ye

Qelecî di hevpeyvînê de jî piştrast kir ku kirinên dewleta Tirk li Efrînê bi erêkirina Rûsya ye, ji ber vê Rusiya di guhartina demografiya Efrîn û herêmên dagirkirî de şirîk e.

Qelecî: Dewleta Tirk hewil dide Eyn Îsayê dagir bike

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans ya Sûrî Mistefa Qelecî hişyarî da ku dewleta Tirk ji bo rê di navbera herêmên Sûrî qut bike, hewil dide herêma Eyn Îsyê dagir bike.

Back to top button