Konferansa Helwesta Netewî a bi pêşengtiya KNK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê îro dest pê kir.
Zêdetirî 200 kes ji nûnerên partî û rêxistinên siyasî ji her çar parçeyên kurdistanê tevlî konferansê bûn. Kesên ku di konferansê de axivîn bal kişandin li ser helwesta netewî a li dijî êrîşan û diyar kirin divê piştgiriya berxwedana gerîla bê kirin.
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Konferansa ‘Helwesta Netewî ya dijî dagirkeriya dewlewa Tirk’ îro dest pê kir.
Konferansa online di saet 10:00’an de, dest pê bû.
Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê û Emerîkayê nêzî 200 kes ji nûnerên partî û rêxistinên siyasî, siyasetmedar û rewşenbîran tevlî konferansê bûn.
Konferans bi deqeyeke rêzgitinê ji bo hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hate destpêkirin..
Hevserokên KNK’ê Ahmed Qeremûs û Zeyneb Mûrad axaftina destpêkê kirin.
Hevserokên KNK’ê berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya 23’ê Nîsanê ya li dijî herêmên gerîlayê Azadiya Kurdistanê hatiye destpêkirin, silav kir û tekez kirin ku hewldanên neteweyî tê kirin da ku hemû aliyên siyasî bi helwesteke kurdistanî û hevpar derkevin.
Gelek Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên ku beşdarî konferansê bûn axivîn.
Kesên axivîn bal kişandin ser giringiya helwesta Kurdistanî ya li dijî êrîşên dagirker ên Tirk, û xwestin ku PKK, PDK, YNK, Goran û hemû hêzên Kurd bibin xwedî helwesteke neteweyî.
Kesên Axivîn tekez kir ku êrîş ne tenê li ser PKK’ê, li ser tevahiya Kurdan e û diyar kirin ku pêwîstî bi stratejiyeke kurdan a hevpar dijî êrîşan heye.