Li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê dayikên ji bajarê Kobanê piştevaniya xwe ji bo gerîlayên azadiyê nîşan dan û diyar kir ku Gerîla ji bo azadî û parastina xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê têdikoşin.
Ji 17’ê Nîsanê ve dewlta Tirk a dagirker bi hevkariya PDk’ê êrişî herêmên parastina Medyayê kir.
Bertekên gel jî li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyaneta Malbata Barzaî zêde dibin.
Dayikên Kobanê piştevaniya xwe ya ji bo gerîla nîşan dan û û gotin, malbata Barzanî ji bav û kalikên xwe ve xiyanet li Kurdan kiriye û ji dijminê Kurdan ne cuda ye.
Dayika bi navê Tamara Nehsan diyar kir ku ew şerê birakujiyê naxwazin û anî ziman ku Gerîla ji bo azadî û parastina xaka Kurdistanê têdikoşe.
Yadê Temara Nehsan bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo doza xwe naskir û bi saya Projeya Neteweya Demoqratîk şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi azadî dijîn
Endama Tevgera Jin a navçeya Qinê Semîra Hecac diyar kir ku dewleta Tirk bi çekên giran û qedexe êrîşî gerîlla dike. Lê her carê rastî berxwedana gerîla tên û têk diçin.
Rêvebera Navçeya Şêranê Lîtfiya Mehmûd da xuyakirin ku dewleta Tirk û hevkarên wê nikarin Kurdan tine bikin.
Dijmin çi bike bila bike, em li pişt gerîla ne, stûyê xwe li ber dijmin xwar nakin.



